Malbatên qurbaniyên Komkujiya Kobanê daxwaza darizandina DAIŞ’ê dikin

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Kobanê di salevgera 8`emîn a komkujiyê de daxwaza pêkanîna edaletê, darizandina çeteyên DAIŞ′ê û danîna sînorekê ji dewleta Tirk a dagirker re dikin.

Helîme Mehmûd Hisên yek ji şahidên komkujiyê ye.

DAIŞ′ê erebeyeke bombebarkirî li nêzî mala Helîme ya li rex deriyê teqand.

Bavê Helîmayê Mehmûd û birayê wê şehîd bûn.

Helîme bi dilekî şewitî dibêje:

Min li birayê xwe geriya, min nedît.

Piştî 3 rojan min bihîst ew jî şehîd bûye.

Cenazeya wî jî ji ber teqîna erebeyê nedihat naskirin.

Em dixwazin yên zirar ji çeteyan dîtine bê darizandin.”

Şemse Mihemed yek ji dayikên ku lawekî xwe di komkujiyê de ji dest daye.

Şemse ew roj bi bîr anî û got:

Dewleta Tirk û çeteyên xwe ev komkujî pêk anîn.

Divê ew çete bi destê malbatên şehîdan werin darizandin.

Şemse banga darizandina adilane ji bo wan çeteyan dike.

Back to top button