Biryara girtina peymangehên taybet di encama giliyên şêniyan de hate dayin

Cîgirê Hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azad Berazîn destnîşan kir ku biriyara girtina peymangehên taybet yek ji hawildanên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ye ku fêrkirinê ji bazirganiyê dûr bixe .

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê di 3’yê Tîrmehê de biryara girtina peymangehên taybet da.

Cîgirê Hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Azad Berazîn diyar kir ku ev biryar di encama giliyên şêniyên de hatiye dayîn.

Berazîn destnîşan kir ku dema fêrkirin veguhere bazirganiyê helbet wê nirxê xwe ji dest dide û ji aliyê Rêveberiya Xweser û civak ê ve tê redkirin .

Berazîn got: “Li Reqa û gundewarê wê 40 peymangehên giştî hene, kadroyên wan xwedî pisporiyeke mezinin .”

Berazîn piştrast kir ku armanc ji vekirina van peymangehan dûrxistina fêrkirinê ji bazirganiyê û sivikirina barê welatiyan di aliyê aborî de ye.

Di dawiyê de Berazîn got: “Em hêvî dikin ku ew xwedî li erkê xwe yê exlaqî li hember zarokên xwe derkevin.”

Back to top button