Ji 27’ê Gulanê ve artêşa tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî ser xaka başûrê kurdistanê dike.
Hedefa sereke ya dagirkeriyê jî herêma Xakurkê ye.
Li dijî dagirkeriya dewleta tirk jî hem li bakur û hem jî li başûr gerîla çalakiyên bi bandor pêk tînin.
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li Dersîmê de 2 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:
3’ê Hezîranê gerîlayan li nêzî Pira Şoşveng a Pilura Dêrsimê li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistin.
Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar gelekî zêde ne.
Di 3 heta 5’ê Hezîranê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker geliyên Dola 44 û ya Şêxzade bombebaran kir.
Di encamê de pêşmergeyên bi navê Hoşawî Mîkael, Mahacir Mîkael, Azîz û Cabir Halîl Suleyman birîndar bûne.
Artêşa Tirk bi van bombebaranan dixwazin kes li vê herêmê nemînin û çavê gelê Başûrê Kurdistanê ditirsîne.
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî sivîlan dike û careke din dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan diyar kiriye.
Her wiha li herêma Zapê jî di 2 û 3’ê Hezîranê de balefirên şer yên artêlşa tirk a dagirker qada Kûnîşkayê bombebaran kir.
Di encamê de 2 gerîla şehîd bûn.