Tê payîn îro Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tawana gendeliyê, derkeve pêşberî dadgehê.
Netanyahu wê li dadgeha navendî ya li kolana Selah El-Dîn a li Qudisa Rojhilat were dadgehkirin, lê darizandina wî, dê bi qanûnek nû pêk were.
Bi vê qanûna nû hewl tê dayîn ku Netanyahu nekeve girtîgehê û li derveyî wê were darizandin.
Benjamin Netanyahu, bi sextekirin û îxanetê tê tawanbarkirin.
Tê gotin, li hemberî xizmetên madî yan kesayetî, serokwezîr diyariyên pir giran bi buhayê 196 hezar dolar ji dewlemendan standine.