Ev 23 roj in çarenûsa nûnerên Rêveberiya Xweser ne diyar e

Tevî hemû bangên ji bo berdana wan jî, 23 roj in hêzên PDK’ê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê revandine û der barê çarenûsa wan de jî ti agahî nedane.

Ji 10`ê Hezîranê ve, nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen û endamên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin.

Ji wê demê ve bang û xwestekên berdana wan jî bê bersiv dimînin.

Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser roja yekemîn a revandina wan daxuyanî da û banga eşkerekirina çarenûsa wan kir.

Banga wan û ya hemû aliyên ku xwestiun werin berdan bê bersiv man û çarenûsa wan heta niha ne diyar e.

Di 7`ê Hezîranê de PDK`ê ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm El-Mihemed ku dayika xwe ji bo dermankirinê dibir Başûr, girt û heta niha çarenûsa wî ne diyar e

Back to top button