Rêjîma Îranê 4 kolberên din birîndar kirin

Li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de 4 kolber di êrîşa rêjîma Îranê de birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, şeva borî li herêmên sînor ên parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, leşkerên Îranê êrişî komek kolberan kir.

Di encama êrişê de 4 kolber birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneya Pawe hatin rakirin.

Ev demeke li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, rêjîma Îranê êrîşên xwe li dijî kolberan zêde kirine û gelek kolber ji ber êrîşan, hatine kuştin.

Back to top button