Lavrov: Wê çete cihê xwe di ti lihevkirinekê de negirin

Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreya çapemeniyê de li ser rewşa Idlibê axivîn.

Sêrgî Lavrov di kongreya çapemeniyê de diyar kir ku divê Tirkiye lihevkirina der barê Idlibê de pêk bîne.

Lavrov da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker pabendî lihevkirina Soçiyê nebû û şandina çeteyan ji bo Sûriyê dewam kir.

Lavrov teqez kir ku divê komên çete di ti lihevkirin der barê Idlibê de,cih negirin.

Her wiha Sêrgî Lavrov da zanîn ku guftûgoyên bi Tirkiyê re der barê Idlibê de, bê encam bûn.

Wezîrê Derve Lavrov bang li tevahî aliyan kir ku divê hevkariyê xurtir bikin, da ku astengî li pêşiya alîkariyên mirovî û dosyeya vegera koçberan nemînin.

Erdogan dîsa gefa êrîşê li rejîma Sûrî xwar

Li aliyekî din Edogan ji bo rewşa li Idlibê got: ‘”Me hişyariyên dawî da Rêjîma Sûrî, êrşên me jî wê pêk werin.

Edogan gef li Rêjîmê xwar û ragihand ku wê Idlib bibe herêmek ewle.

Krêmlên li dijî gotina Erdogan diyar kir ku eger êrîşek ji aliyê dewleta tirk li dijî Idlibê pêk were wê sînaroyek ne baş bi xwe re bîne.

Back to top button