Wezîrê Derve yê Amarîka ji bo domandina peymanê li Afganistanê ye

Wezîrê Derve yê DYA Mike Pompeo ji bo peymana aştiyê ya bi Talîbanê re ji cihê mayî dewam bike, li Afganistanê ye.

Ev serdan piştî nakokiyên siyasî yên nava Talîbanê de pêk hat.

Pompeo ji bo zextan li aliyan bike li herêmê ye.

Wezîrê Derve yê DYA Mike Pompeo ji bo derb li peymana ku bi Talîbanê re çêkirine nekeve, lez daye trafîka dîplomasî.

Divî çarçoveyê de, Pompeo serdana paytexta Afganîstan Kabulê kir.

Ji bo peyman bi encam bibe, tevî metirsiya vîrûsa Corona biryar da ku danustandinên xwe ji cihên mayî dewam bike.

Tevlîheviya di nava siyaseta Afganistanê de, peymana DYA-Talîban, dixe metirsiyê.

Li Afganistanê jî rewşa siyasî asan nabe.

Ghanî ku dibêje ew di hilbijartinê de bi ser ketiye dev ji kursî bernade û xala di peymana DYA-Talîbanê ya ku wê 5 hezar talîbanî berdaban jî red dike.

Ji ber vê yekê jî Talîban nêzî hezar xebatkarên dewletê girtiye û bernade.

Pompeo wê ji bo lihevkirinê zextê li aliyan bike

Her du aliyên Serokê dewletê Eşref Ganî û rikberê wî, Abdulah Abdulah îdia dikin ku di hilbijartinê de ew bi ser ketine.

Pompeo wê bi herdu aliyan re hevdîtinê pêk bîne û bixwaze rêyek ya çareseriyê bibîne.

DYA her sal ji ob parastina Afganistanê bi milyonan pere xerc dike.

Kabul jî hîna ne gihaye wê astê ku bi abûriya xwe li ser lingan bimêne.

Piştî bi salan DYA kiriye hedef ku leşkerên xwe ji Afganistanê derbêxe.

Di rewşa heyî de DYA û NATO dest bi vekişandina hêzên xwe ji herêmê kiriye.

Çekdarên Talîbanê doh, careke din êrîşî navendeke polîsên Afganî yên li bakurê wilayeta Sar-î Pul kir û 2 endamên hêzên parastinê mirin.

Talîbanê heta niha li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Back to top button