Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Mihemed Hebîb ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûye eşkere kir.

Hêzên Rizgariyê diyar kir ku Şervan Mihemed Hebîb bi nasnav Şoreş Efrîn 21’ê Adarê şehîd bû.

Hêzên Rizgariyê dest nîşan kir ku şehîd Şoreş Efrîn di têkoşîna li hember dagirkerî û qirkirinê de hetanî kêliya dawî cihê xwe girt.

Hêzên Rizgariya Efrînê sersaxî ji malbat şehîd û tevahiya gel re xwest û hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bîr anî.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Mihemed Hebîb bi nasnav Şoreş Efrîn, li Efrînê ji dayik bûye û 21’ê Adara 2020’an di qonaxa 2. a Berxwedana Serdemê şehîd bû.

Back to top button