Parêzerên Rêber Ocalan daxwaza tevdîran li Îmralî kir

Parêzerên Rêber Ocalan, ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê tevdîrên ku divê li Îmraliyê bên standin eşkere kirin.

Parêzeran daxwazî kir ku rewşa rêber Ocalan kêlî bi kêlî bi wan re were parvekirin û hemû tevdîtên parastinê yên li Îmralî werin pêkanîn.

Parêzerên Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina Rêber Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê dikin, ji ber vîrûsa Coronayê û metirsiya li gireva Îmralî daxuyaniyek da.

Parêzeran danzanîn ku 20’ê Adarê wan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan û têkildarî muwekîlên xwe hin daxwaz kirin.

Parêzeran di serlêdanan de li ser rewşa tenduristiyê ya heyî ya muwekîlên xwe daxwaza agahiyan kirin û xwestin mafên axaftina bi telefonê û pêwendiyan bên bicihanîn.

TEVDÎRÊN DIVÊ BÊN WERGIRTIN

Di daxuyaniyê de daxwaza wergirtina tevdîran hate kirin:

Li Girtîgeha Îmraliyê bêyî li benda gumana nexweşiyê bisekinin, kontrola tenduristiyê ya muwekîlên me bê kirin. Bi taybetî amûra testê ya vîrûsa Corona bê peydakirin û têkildarî endamên wê jî em bên agahdarkirin.

Madeyên paqijiyê ji muwekîlên me re bên dayin ku heqê wê ji aliyê me ve bên dayin.

Rewşa tenduristiyê ya personelên hundir û derve yên girtîgehê ku dikarin xwe bigihînin muwekîlên me, timî bê kontrolkirin.

Şert û mercên odeyên muwekîlên me ji ber gefa nexweşiyê bên sererastkirin, karibin ji bo hewayê bên vekirin.

Ji bo wezîfedarên ku gumana nexweşiyê pê re heye neçin giravê tevdîr bên wergirtin.

Parêzeran her wiha xwest ku mafê axaftina bi rêya telefonê û pêwendinên cuda yên bi muwekîlên wan Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş neyên astengkirin.

Back to top button