Sendîkayên Îtalyayê jî tevlî pêngava ‘Azadî ji Ocalan re’ bûn

Jimarek Sendîkayên Îtalyayê tevlî pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûn û name ji Neteweyên Yekbûyî re şand. Çalakiya greva birçîbûnê jî bi biryarî û bi berxwedaneke mezin li girtîgeh, Mexmûr û Yûnanistanê didome.

Li hember tecrîda ku dem bi dem ji aliyê faşîsta AKP’ê girantir dibe, berxwedana şikandina wê jî mezin dibe.

Sendîkayên Îtalyayê COBAS, CUB û UNICOBAS, piştgirî dan pêngava “Dem hatiye, azadî ji bo Ocalan, aştî û edalet ji bo Tirkiyê” û name ji “NY” re şand.

Di nameyê de, hate bibîrxistin ku:

“Ev 22 sal in Rêber Abdullah Ocalan di nava mercên nemirovî de tê hiştin. Ocalan rêya demokrasî û aştiya li Tirkiye, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn nîşanî gelê xwe da û ti carî dest ji vê hewldana xwe berneda”.

Sendîkayan anî ziman ku Ewropa heta niha ji bo azadiya Ocalan ti gavên cidî neavêtiye û ew weke Sendîkayên Îtalyayê bang li NY dikin ku weke mînaka Nelson Mandela ya li Afrîkaya Başûr, ji bo aştî û edaletê bi rola “navbeynkariyê” rabe.

Berxwedana greva biçîbûnê bi biryardarî dewam dike

Ji bo şikandina vê tecrîda mijara gotinê, çalakiya greva birçîbûnê bi biryarî û bi berxwedaneke mezin li dar in.

Çalakiya grevê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, bi koma 13’emîn û di roja 69’an de, berdewam dike

Li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê çalakî di roja 48’an de ye.

Greva li kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî, di roja 31’ê de dewam dike.

Çalakiya piştgiriya greva birçîbûnê ya li ber “ny” dom dike

Çalakiya ku li ber NY’ê ya ji bo balê bikşîne li ser çalakiya greva biçîbûnê ya li zindanan hatiye destpêkirin bi çalakgerên Meclisa Kurd a Bernê, dom dike.

Sibe jî wê çalakî ji aliyê çalakgerên Meclisa Kurd a Zurîhê ve were birêvebirin.

Li Parîsê name ji bo azadiya Rêber Ocalan hat şandin

Kurdistaniyên li Paytexta Fransa Parîsê, ji bo azadiya Rêberê Apo name şandin ji NY’ê re.

Di nameyê de, Kurdistaniyan daxwaza şikandina tecrîda ku roj bi roj girantir dibe kir û teqez kir ku hetanî Rêber Ocalan azad nebe, wê çalakî dom bikin

Back to top button