Qeymeqamê Şengalê: Divê Iraq li hember gefên Erdogan ji bêdengiya xwe derkeve

Gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Şengalê hê jî heya vê rojê berdewam in. Civaka Êzidî li hember peymana qirêj û gefên Erdogan, çalakiyên xwe bênavber didomînin. Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd li ser vê yekê bang li Iraqê kir ku li hember gefên Tirkiyê ji bêdengiya xwe derkeve.

Şengal, ji ber ku stratejîk û cihê herî kevnar ê ola Êzidî û gelê Kurd e, li ser wê her demê planên qirker û tuneker hatine kirin.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi destê Iraq û hin partiyên Kurdan, fermaneke din bi serê Êzidiyan de bîne û çand û baweriya wan ji holê rake.

Li hemberî vê yekê, Şengalî di nava berxwedan û têkoşînê de ne ku 64 roj bênavber çalakiyên wan li dar in.

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd ji ajansa nûçeyan Roj News’ê re da xuyakirin ku di naveroka peymana 9 Cotmeha 2020’an a di navbera hikûmeta Iraq û PDK’ê de li dijî Êzidiyan hatiye îmzekirin de, dahola fermaneke nû tê lêdan, lê heya niha ti encam nedaye.

Fehed Hemîd diyar kir ku hêzên siyasî ji bo berjewendiyên xwe, peyman bêyî vîna Şengaliyan îmze kiriye.

Tirkiyeya dagirker jî, dixwaze vê lihevkirina kirêt pêk bîne û Şengalê dagir bike, lê Êzidî her dibêjin:

“Çi peyman bêyî vîna me bê îmzekirin, ji bo me ti rewatiya wê nîne.”

Fehed Hemîd da zanîn ku erdînîgariya Şengalê ji ber girîngiya xwe, bûye cihê çavnebariya tevaya dagirkeran, bi taybet Tirkiyeya ku bo wê zindîbûna “padîşahiya Osmanî” bûye xewn û xeyal!!

Qeymeqamê Şengalê destnîşan kir ku Erdoganê dagirker, tenê ji ber bêdengî û bêhelwestiya Iraqê, gefa dagirkirinê li xaka Êzidiyan dixwe.

Fehed Hemîd anî ziman ku ti pirsgirêka Êzidiyan bi Iraqê re nîne, lewre divê yekser li ber êrîş û gefên Tirkiyê raweste û li dijî wê, helwesteke ciddî bigire, herwiha NY divê bêdengiya xwe bişkîne.

Back to top button