Mihemed Xêr Şêxo: Tirkiye û hikumeta Şamê hewl didin kolanê li dijî Rêveberiya Xweser rakin

Li dijî Rêvebriya Xweser û projeya wê ya serkeftî, hemû dijberên wê di nava plan û amadekariyan de ne. Mihemed Xêr Şêxo; Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, dibêje “Gelek alî hene dixwazin aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bikin, ji wan jî Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ne.”

Armanc jihevxistina tevna pirreng a Ereb û Kurdan e, lew re her û her Dewleta Tirk ji milekî ve û hikumeta Şamê û gelek alî, ji milekî din ve, bi hemû awayan li dijî Rêvebriya Xweser, di nava plan û hewldanan de ne.

Li dijî sorkirina gel ku yek ji van planan e, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên Mihemed Xêr Şêxo xwedî helwest bû û li ser zehmetiyên ku li hember Rêveberiyê derketin nirxand kir.

Xelkên me li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi ewle û aram dijîn, tevî hemû zehmetiyan, rewş di aliyê aborî de jî baş e.

“Hin alî hene dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xirab bikin, ji bo projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.

Mihemed Xêr Şêxo tekez kir aramî û ewlehiya li herêmê ne li gorî aliyên derve ye û di serî de dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê, ji ber wê jî bi hemû şêwazan dixwazin vê aramiyê têk bibin.

Mihemed Xêr Şêxo behsa tevlîheviya dawîn ku li bajarê Hesekê û Qamişlo rû dayî jî kir û tekez kir ku hemû hewldan ji bo tevliheviyê ne.

Niha tevlihevî li Qamişlo û Hesekê jî di navbera QSD û Komên Dîfa El-Wetenî de heye ku ew jî ji bo aramî û derxistina tevliheviyê li van herêmên aram in.

Yekşemê, çekdarên bi ser hikûmeta Şamê ve, li taxa Merşo ya Hesekê êrîşî hêzên Asayîşê kir û di encamê de şer derket û polîsekî girêdayî hikumeta Şamê hat kuştin.

Her çi qas ev hewldanên xerabker hebin jî, lê belê aramiya herêmê, hevgirtina pêkhateyan û serkeftina projeya Rêvebriya Xweser ji van hewldanan re bersiv in û wan pûç dikin.

Back to top button