Dagirkeriya Tirk êrîş û topbarana xwe yên li dijî herêmê ranawestîne.Duh jî gundên Şera ya Efrînê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker şevê din gundên Merenaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.
Hemwextî van êrîşan, balafirên artêş Tirk li asîmanê naveçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê degeriya.
Berî du rojan jî, dagirkeriya Tirk êrîşî gundên Girê Spî kirin û nuqteyên leşkerên Hikûmeta Şamê kirin armanc.
Di encamê de, 7 leşkerên hikumeta Şamê li gundê Xirbet Sarunc birîndar bûn.