Piştî xelkê Şengalê ji merasîma Şehîd Argeş Feqîr û Berxwedan Şengalî vegeriya li bajarokê Sinûnê meşek lidar xistin.
Meşê heta cihê êriş lê pêkhatî bi dirûşmeyên ‘Bimire Xiyanet’ û ‘Şehîd Namirin’ dewam kir.
Piştre girseyê daxuyaniyek da û êrişên şermezar kirin.
Kesên ku axivîn balkişandin ser êrişên heyî û diyar kirin ku armanca êrişan hedef girtina îradeya gelê Şengalê ye û gotin:
“Em ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Şengalê heta dawiyê berdewam bikin.”
Her wiha bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker jî hate şermezar kirin.