Dagirkeran gungên Til Temir û Zirganê topbaran kirin

Êrişên artêşa Tirkiyê a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyê dewame.
Dagirkeran îro danê êvarê bi çekên giran êrişî gungên Til Temir û Zirganê topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA’yê parve kirine, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Tewîla yê Til Temirê tobparan kirin.

Her wiha dagirkeran bi heman awayî li dijî navçeya Zirganê jî êriş pêk anîne.

Li gorî agahiyan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Em El Xêr ê navçeya Zirganê topbaran kirin.

Lê têkîldarî ziyanên heyî heta niha tu agahî nehatiye parve kirin.

Back to top button