Li Nepalê..di encama ketina balafirek 22 kes mirin

Li Nepalê bîlançoya qezaya balafira ketî giran bû.
Rêveberên welat ragihandin ku wan xwe gihandine cenazeyê 22 kesên di balafirê de bûn.

Hat ragihandin ku balafira aîdî Tara Air a li Nepalê 29’ê Gulanê ji ber ku têkiliya wê bi bircê re demeke kin piştî rabûnê qut bû winda bû.

Piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, ekîb gihîştin ber kavilên balafirê û di dawiya du rojan de termê 22 rêwiyan dîtin.

Berdevkê Artêşa Nepalê Narayan Silwal got,

“Ji 22 kesên di balafirê de tu kes sax ji qezayê xelas nebûye.”

Rêveberiya Hewayî ya Sivîl yê berê yê Nepalê Sajib Gautam got:

“Qeza di zincîreke bûyeran de diqewimin.

Ji ber vê yekê gelek faktor di qezayekê de rola xwe dilîzin.

Şîrketên balafiran, hêza wan û çanda wan jî sûcdar in.

Em nikarin tenê pîlot sûcdar bikin.”

Xizmên qurbaniyan jî bi bihîstina bûyerê re, perîşan bûn.

Back to top button