Serokwezîrê nû yê Polonyayê Donald Tusk e

Serokê berê yê Konseya Ewropayê Donald Tusk bû Serokwezîrê nû yê Polonyayê.
Tûsk ji 248 parlementeran, 201 jî li dijî piştgiriya xwe stand.

Parlamentoya Polonyayê duh rayeya avakirina hikûmeta nû ya koalîsyonê da Donald Tusk.

Hikûmeta Serokwezîr Mateusz Morawiecki duh li parlamentoyê dengê pêbaweriyê winda kir.

Bi vî awayî, desthilatdariya heşt-salî ya partiya muhafazakar a neteweyî ya populîst li welatê ku qeyrana siyasî lê dihat jiyîn bi dawî bû.

Donald Tusk, ku di navbera 2007 û 2014 de serokwezîr bû, ji 2014 heta 2019 serokê Konseya Ewropî bû.

Donald Tusk ê 66 salî soz dide ku di dema wezîfeya xwe de serxwebûna dadweriyê misoger bike û astengiya 36 mîlyar euro ji fonên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo Polonyayê hatine veqetandin ji holê rake.

Bi serdema Tusk re tê payîn ku têkiliyên Polonya bi Yekîtiya Ewropayê re baş bibin.

Back to top button