Xi Jinping li dijî bandora DYA li Vîetnamê ye

Bandora DYA’yê ya li başûrê rojhilatê Asyayê zêde dibe.
Serokê Çînê Xi Jinping ji bo li dijî vê rabe, serdana Vîetnamê kir.

Ev serdan piştî 6 salan pêk hat.

Xi Jinping bi vê serdana xwe wê bi lîderê Partiya Komunîst Ngûyen Phû Trong re ku li ser desthilatdariya Vîetnamê ye, hevdîtinê bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’yê Joe Biden jî di meha Îlonê de ji bo avakirina têkîliyên dîplomatîk, serdana Vîetnamê kiribû.

DYA bi armanca hêza aborî ya Çînê bixe bin kontrolê û ji bo endustriya teknolojiya bilind malzemeyên krîtîk dabîn bike, li seranserê cîhanê kampanyayê dimeşîne.

Li gorî medyaya dewletê piştî Xi gihişt Hanoî’yê peyama mijarên gerdûnî, stratejîk, navneteweyî û herêmî da.

Vîetnam ev demek dirêj e polîtîkayeke bi navê “dîplomasiya bambû” dimeşîne û hewl dide bi DYA û Çînê re di nava têkîliyên baş de be.

Tê diyarkirin ku serokê Çînê dibe ku Vîetnamê teşwîqî beşdarbûna wê ya “Civaka Çarenûsa Hevpar” bike.

Back to top button