Roja koçberan a cîhanî Roja koçberan a cîhanî.. Li Qamişlo semînerek hat lidarxistin

Komeleya Mafê mirovan û Yekîtiya parêzeran a herêma Cizîrê, Bi boneya Roja Cîhanî ya Koçberan semînerek li dar xist. Di semînerê de mijarên mirovî û hiqûqî hatin nîqaşkirin. Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî bi vê boneyê bang li civak û rêxistinên navneteweyî kir ku piştevaniya penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Îro Roja Koçberan a Cîhanê ye.

Bi boneya vê rojê Komeleya Mafê mirovan û Yekîtiya parêzeran a herêma Cizîrê Semînerek lidarxistin.

Semîner bi serenavê ‘ Koçberkirina bi zorê sûcekî dijî mirovahiyê ye’ pêk hat.

Kesên di semînerê de amade bûn nerînên xwe anîn ziman û gotin; koçberkirina ku bi darê zorê ya ji ber dewleta Tirk sûcên li dijî hiqûqî û mirovî ye.

Back to top button