Endama Meclisa Rêvber a PYD’ê Foza Yûsif teqez kir ku PYD’ê li gorî her qonaxê xwe nû dike. Foza Yûsif da zanîn ku PYD’ê paradîgmaya Neteweya Demokratîk, ekelojîk û azadiya jinan bingeh digre û lidarxistina kongreyê di vê qonaxa hesas de ji bo gelê herêmê û partiyê gaveke girîng e.
Bi dirûşma “Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya demokratîk ava bikin”, 18’ê mehê 9’emîn Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê dest pê kir.
Di kongreyê de derdora 700 delege ji endam, nivîsgeh û nûnerên partiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriye, Kurdistan û Ewropayê beşdar bûn.
Derbarê mijarê, Endama Meclisa Rêvber a PYD’ê Foza Yûsif axivî.
Foza Yûsif da zanîn ku salên li pêşiya gelê herêmê salên çarenûsê ne, ji bo ku hebûna gelan were parastin di vê qonaxa hesas de kongreya 9’mîn a PYD’ê hat lidarxistin.
Foza Yûsif: PYD’ê paradîgmaya netewa demokratîk, ekolojî û azadiya jinan bingeh digre
Foza diyar kir ku PYD’ê di şoreşa Rojava de pêşengiyek mezin kir û wiha anî ziman: Herî dawî Endama Meclisa Rêveber a PYD’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi rihê pêvajoyê ve girêdayî ye.