Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê: Dewleta Tirk bi hêcetan dixwaze herêmê dagir bike

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê piştgiriya xwe ya bi biryarên rêveberiya xweser ên ji bo bersivdayîn êrîşên dewleta Tirk re nîşan da û banga girtina qada hewayî ya Bakur û rojhilatê Sûriyê kir.

Bi dehan malbatên şehîdan ên herêma Efrînê îro li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi bihaneya parastina ewlehiya xwe hewl dide, herêmên din ên Sûriyê, dagir bike.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin Tirkiye ku endamê NATO’yê ye bi piştgiriya komên terorîst ên wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û hwd, hemû bend û qanûnên navneteweyî, binpê dike wiha hat dewam kirin,

“Piştgiriya leşkerî ya nû ji bo van koman li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê têkoşîna Koalîsyona Navneteweyî û QSD’ê û hêza wan di şerê li dijî DAIŞ`ê de qels bike û bibe sedema tevliheviyê.”

Di daxuyaniyê de piştevaniya biryarên Rêveberiya Xweser re hat nîşandan û bang li Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku li dijî kiryarên Tirkiyê tedbîran bigirin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

Back to top button