Tayîp Temel: Em dixwazin Tirkiyek demokratik ava bibe

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayip Temel, derbarê eşkerenekirina namzetê Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji bo serokkomartiya Tirkiyê de got: “Mercên me yên ji bo piştgirîdayîna namezetê serokkomariyê, Tirkiyeyek demokratîk, şikandina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd e.”

Duh Tifaqa Ked û Azadiyê bi daxuyaniyek ragihand ku ewê di hilbijartinê de namzet ji bo serok-komartiyê nîşan nedin.

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayip Temel derbarê biryara Tifaqa Ked û Azadiyê de axivî.

Temel bibîrxist û got: “Nediyarkirina namzet li dijî desthilatdariya faşîst, ji bo bihêzkirina xeta sêyeme.

Ji bo hilweşandina rejîma Erdogane. Hîna me eşkere nekiriye em ê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin yan na. Lê hevdîtina me ya li gel wî gelek erênî derbas bû..”

Parlementerê HDP’ê yê destnîşan kir û got: “Em ne desthilata Erdogan ne jî ya berî Erdogan dixwazîn.

Em dixwazin Tirkiyeyek demokratîk ava bibe. Pirsgirêka Kurd çareser bibe û Ji hemûyan giringtir, di zûtirîn dem de tecrîd were şikandin. Ev mercên me yên ji bo piştgirîdayîna her namzetek yê serokkomariyê ne.”

Back to top button