Namzetên Rêveberiya Îngilistanê: Ji bo referandumek nû a Skotland wê rê neyê dayîn

Polîtîkaya rêveberiya Îngilistanê ya li pêşberî serxwebûna Îskoçayayê nayê guhertin. Namzetên nû yên serokawezîrtiya Îngilistanê ragihandin ku ewê rênedin referandûmeke nû a serxwebûna Skotland.

Ji rêveberên Partiya Muhafezekar û yek ji namzetên serokwezîrtiyê, Wezîra Karê Derve Liz Truss û Wezîrê berê yê Maliyeyê Rishi Sunak li bajarê Perth ê Skotlandê di bernameyekê de hatin hemberî hev.

Her du serokan jî gotin, ger bên hilbijartin ew ê destûrê nedin referandûma serxwebûnê ya duyemîn a Skotlandê.

Truss bersiva pirsa rojnamevanekî Skotlandî da û got, “Eger ez bibim Serokwezîr, ez rê nadim referandumeke din a serxwebûnê.”

Truss destnîşan kir ku serokwezîra Skotlandê Nicola Sturgeon divê bi pirsgirêkên rastîn ên welêt re mijûl bibe û got; Referanduma 2014’an “ji nifşek carekê” bû.

Wezîrê Darayî yê berê Sunak jî anî ziman ku ew bi kelecan bi yekîtiyê bawer in û got,

Ew dikarin di vê mijarê de nîqaşan qezenc bikin.

Piştî ku Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson ji erka xwe îstifa kir, Sunak u Truss ji bo erkê wî ketin pêşbaziyê.

Di hilbijartina ku 5’ê Îlonê di nava endamên partiya Muhafezekar ya welat pêk were de wê serokezîrê nû diyar bibe.

Li welat bi qasî 160 hezar endamên partiyê hene.

Back to top button