Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Mistefa El Hemûd şehîd bûye.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî şehadeta endamê xwe Mistefa El-Hemûd daxuyanî da.
Navendê di daxuyaniyê de sersaxî ji gel û malbata şehîd Mistefa re xwest û soz berdewamkirina riya şehîdan heta pêkanîna aramî û ewlehiya li herêmên da.
Gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd weha ye:
Navê şehîd: Mistefa El Hemûd
Navê bav: Sadiq
Navê dayikê: Emûne
Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic, 22.08.2017
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 07.04.2023