HPG’ê ragihand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên parastina medyayê dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku êrişên dewleta tirk a dagirker ên hewayî û bejayî bênavber didomin.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin:
“7’ê Nîsanê dagirkeran êrişî çeperên berxwedanê yên Sîdayê kirin.
Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û pevçûn çêbû.
Dagirkeran herêma Girê Bahar carekê bi balafirên şer bombekir.
Her wiha Qada Berxwedanê 26 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”