KCK: PDK hevkarê êrîşên dewleta Tirk e

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê êrişa dewleta Tirk a faşîst a li dijî Balafirgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar kir û got:
“Gelê Başûrê Kurdistanê wê bertekên pêwist nîşanî dewletên dagirker û şebekeyên xiyanetê yên hevkar bidin.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Têkîldarî êrişa dewleta Tirk a faşîst a li dijî Balafirgeha Silêmaniyê daxuyaniyek da û êriş bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de wiha tê gotin:

“Têkoşîna azadiya Kurdistanê di qonaxeke dîrokî ya girîng re derbas dibe.

Faşîzma AKP-MHP’ê jî di şerê qirkirinê de hatiye sînorê hilweşandinê.

Lewma her cure êrişan pêk tîne.

Komara Tirk a dagirker bi hevkarê xwe PDK’ê re, Başûrê Kurdistanê ji bo armancên terorîstî bi kar tîne.

Êşkereye ku Komara Tirkiyê hêzên hevkar ji xwe re avadike.

Ev hêz li Efrînê Ehrar û Şam, li Kobanê DAIŞ, li Girê Sipî û Serêkaniyê OSO, li Şengal û Başûrê Kurdistanê jî PDK ye.”

KCK’ê bi bîr xist PDK li ser navê hikûmeta Başûr bûye amûra sereke ya êrişên terorîstên Tirk ên li ser çar parçeyên Kurdistanê û ev tişt anî ziman:

Me weke tevger gelek caran bi belgeyan eşkere kir ku PDK piştgiriya dewleta Tirk dike.

PDK’ê dibe alîkar ku dewleta Tirk li balefirgeha Silêmaniyê bide û gefê li gelê sivîl bixwe.

Hemû Kurd van êrîşan weke planeke dagirkeriyê dibîne, lê PDK dewleta Tirk mafdar dibîne.

Her wiha ji bo êrîşên nû cesaretê dide dewleta Tirk. ”

KCK: PDK her Kurdekî ku teslîmî komara Tirk nebûye dike hedef

KCK’ê diyar kir PDK’e destûr nade karekî ku dikeve xizmeta gelê Kurd were kirin û wiha domand:

“Eşkere ye ku tu eleqeya vê bi kurdayetiyê û nirxên kurdewariyê re nîne.

Bi taybetî piştî êrîşa ku li balafirgeha Silêmaniyê pêk hat ev yek pir eşkere derkete holê.

Di daxuyaniya kesê qaşo berdevk e li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de axiviye jî tê fêmkirin, PDK’ê her kurdekî ku teslîmî komara Tirk nebe dike hedef û Komara Tirkiyê teşwîqî êrişan dike.”

“Em bawer dikin wê hemû Kurd li dijî îxaneta PDK’ê bibin xwedî helwest”

KCK’ê di dawî de êrîşa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar kir û ev bang kir:

“Li hemberî vê îxameta PDK’ê em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e hemû Kurd bi taybetî jî Iraq helwesta pêwîst bigirin.

Em bang li hêzên navneteweyî û koalîsyonê dikin ku li dijî êrîşên qirker ên Komara Tirk a ku hiqûqa navneteweyî nas nake û Kurdan dike hedef, xwedî helwest be.”

Back to top button