Li Îranê rêjeya darvekirinê ji sedî 75 zêde bûye

Rêxistinên Mafên Mirovan yên Navnetewî ragihandin ku li îranê cezayê darvekirinê ji sedî 75 zêde bûye.
Di sala 2022’an de 582 kes hatibûn darvekirin.
Ji despêka salê ve li Îranê 333 kes hatine darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ku navenda wê li Norwêcê ye û Yekîtiya li dijî Cezayê Darvekirinê (ECPM) ku navenda wê li Parîsê ye, ragihandin ku di sala 2022’an de herî kêm 582 kes hatine darvekirin.

Hate ragihandin ku ev hejmara darvekirinê ji sala 2015’an û vir ve hejmara herî bilind e.

Li gorî herdu rêxistinan di sala 2023’an de herî kêm 333 kes hatin darvekirin.

Di rapora hevpar de hate gotin, “Cezayê kuştinê careke din ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo dewamkirina desthilatdariyê weke amûreke tepisandin û zextê tê bikaranîn.”

IHR: Divê civaka navnetewî bikeve nava tevgerê

Rêveberê IHR’ê Mahmood Amîry Moghaddam got,

“Rayedaran ji bo tirsê bixin nava ciwan û gelê çalakiyên şermezarkirinê lidar dixin, darvekirina girtiyên ji bilî sedemên siyasî hatine mehkûmkirin, zêde kirine.”

Moghaddam bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo ‘rawestandina makîneya mirinê ya rejîma Îranê’ bikeve nava liv û tevgerê.

Di raporê de her wiha hate ragihandin ku nêzî 100 girtî bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin an jî bi sûcdariya darvekirinê têne darizandin.

Di rapora rêxistinan de, îşaret bi rewşa jinan ya li nava welat jî tê kirin.

Rêxistinan îşaret bi pêkanînên dawî yên deshilatê kir ku çawa bi rêya kamerayan jinên serê xwe nagirin, tesbît bikin û li gorî wê ceza li ser wean ferz bikin.

Di daxuyaniya fermî ya têkildarî vê yekê de hat gotin,

“Di çarçoveya parastina nirxan, parastina nepeniya malbatê û parastina derûnî û aramiya civakê de ti tevgerên nehiqûqî yên ferdî û kolektîf nayê qebûlkirin.”

Ev gavên dawî nîşan didin ku desthilatdar di mijara gav avêtinê de berovajî ya pêwist tev digerin.

Back to top button