Cezayên nû yên Amerîka li ser Rûsya wê bandorê li Tirkiyê jî bike

Waşîngton careke din ji bo derb li aboriya Rûsya bixe cezayên nû disepîne.
Lê ev ceza wê bandorê li ser Tirkiyê jî bike.
Herî kêm 4 şîrketên ji Tirkiyê ketin lîsteya nû a cezayan.

Waşîngton bi rêya stratejiya lewazkirina artêş û aboriya Moskowê derban lê bixe, xistiye meryetê.

Di şerê li Ukrayna de ev yek bi awayekî zelal tê xuyakirin.

Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) doh lîsteya cezayên nû yên li ser kes û şirketên ku li gel Rûsya kar dikin eşkere kir.

Di lîsteya wezaretê de bêtirî 120 kes û şirket hene.

Ji van jî 4 ji wan yên hevkarê NATO, Tirkiyê ne.

Lê diyare, ev ceza wê bandorê li ser Tirkiyê bike.

Berpirsekî ji hikumeta DYA ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û got:

Piraniya şirketên ceza li ser wan hatine ferzkirin, yên Rûsyayê ne yan jî têkliya wê bi wan re heye.

Berpirsekî ku nexwest nevê wiya eşkere bike jî ev tişt anî ziman:

“Ev hişyariyek e ji ber ku pratîkên kontrolkirina hinardekirinê pêşve diçin.”

Li hemberî biryara DYA’yê heta niha ji aliyê Tirkiyê ve tu bertek nehatiye nîşandan.

Tevî ku Tirkiye bi biryarên cezayên ku ji aliyê DYA û Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatine girtin qebûl nake jî, binpêkirina van biryaran tehemûl nake.

Şefê rejîma Tirk Recep Tayyîp Erdogan di şerê Ukraynayê de baldar e ku di asteke baş de têkiliyên bi hikûmetên Moskow û Kîevê re bidomîne.

DYA û YE di mijara diyarkirina helwesta Tirkiyê ya di şerê li Ukrayna de zextê dike.

Herî dawî piştî zextan Enqerê di meha Adarê de, biryar da ku kelûpelên bo Moskow têne şandin rawestîn e.

Back to top button