KNK’Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BANG LI KCK, PDK Û YNK’Ê KIR

27’ê Tîrmehê li Brukselê li ser banga Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, di bin sîwana KNKê de; Civîna Helwesta Neteweyî Li dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk hat lidarxistin. Beşdarên civînê li ser dagirkeriya dewleta Tirk û êrîş û dagikeriya rêjîma Îranê jî rawestiyan. Beşdaran di dawiya civîna xwe de bang li KCK, PDK, YNK û hemû hêzên Kurdistanî kir ku di zûtirîn dem de li hev bicivin û li dijî dagirkeriya dewleta tirk xwedî yek helwest bin.

27’ê Tîrmehê li Brukselê li ser banga Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ku di bin sîwana KNKê de ji 34 partî û rêxistinan pêk tê, Civîna Helwesta Neteweyî Li dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk li dar xist.

Beşdarên civînê li ser dagirkeriya dewleta Tirk û êrîş û dagikeriya rêjîma Îranê jî rawestiya.

Di dawiya civînê de beşdaran ev banga li raya giştî kir:

Divê li dijî dagirkeriya dewleta tirk û êrîşên Rêjîma Îranê, banga xurtkirina berxwedanê hat kirin.

Dagirkirina Herêma Biradostê wê rê li ber bizava azadîxwaziya bakûr û rojhilatê Kurdistanê bigire, her wiha wê bandorê li ser destkeftiyên li Başûrê Kurdisatnê bike.

Êrîşên dewleta tirk li Zaxo heta Qendîlê wê zerarê li jiyana xelkê wê deverê bike.

Hebûna beragehên leşkerî ya gerîlla û pêşmergeyan li van dewrûberan rastiyeke dîrokî û rewa ye.

Divê dagirkeriya dewleta tirk li Efrînê, Ezaz, Bab û Cerablusê bi dawî bibe û di zûtirîn dem de bi dawî li êrîş û gefên dewleta tirk were anîn.

Divê êrîşên dewleta Îranê jî neyêne jibîrkirin, heman helwest li hember êrîş û dagirkeriya Îranê jî bê girtin. Divê bê qeyd û şert, Îran êrîşên xwe yên li ser herêmê rawestîne.

Dewleta tirk sînorê fermî yê Iraqê dagir dike, divê hikumeta Iraqê li dijî vê yekê xwedî helwest be. .

Ji bo li hember van êrîş û dagirkeriyê tedbîr bêne girtin, beşdarên civînê, bang li KCK, PDK, YNK û hemî hêzên Kurdistanî dike ku rojekî zûtir kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwestek hevbeş nîşan bidin.

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û hemû beşdarên kombûnê, wekî hercar daxwazê ji dinyaya demokratîk, dewlet û organîzasyonên navneteweyî dikin, ku dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe bidin nîşandan.

Leave a Reply

Back to top button