BALAFIREKE PAKISTANÎ HAT XWARÊ 5 LEŞKER Û 12 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Balafireke leşkerî ya Pakistanî hat xwarê.

Di encamê de, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di berbanga vê sibê de, balafira leşkerî li bajarê Rawalpindî yê Pakistanê hat xwarê.

Di encamê de 5 leşkerên tê de hatin kuştin, 12 sivîlan jî jiyana xwe ji dest dan û 12 jî birîndar bûn.

Artêşa Pakistanî der berê vê de, daxuyaniyek weşand û got:

Balafirê, geşta xwe ya perwerdeyî dikir.

Heta niha jî sedama vê yekê diyar nebûye.

Li gorî serbazekî artêşê, balafir li xaniyekî ket û xane bi temamî hilweşand.

 

Leave a Reply

Back to top button