Remziye Mihemed: Rêber Apo ji bo azadiya jinan gelekî têkoşiya

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed bernameya çalakiyên ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Ocalan re azadî û ji pirzgirêka Kurd re çareserî’ de werin lidarxistin eşkere kir.
Remziye Mihemed bang li xelkê herêmê kir ku bi girseyî beşdarî çalakiyan bibin.

Pêngava “Ji Ocalan re azadî ji Pirsgirêka Kurd re çareserî” ku li seranserî cîhanê di 10 Cotmehê de hatibû destpêkirin berfirehtir dibe.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 14’ê Cotmehê tevlî pêngavê bû.

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed derbarê pêngavê de axivî.

Remziye Mihemed diyar kir ku wê Tevgera Jinan gelek çalakiyan li dar bixe û got:

“Ji ber ku berpirsyariyeke mezin a jinan li hember azadiya Rêber Apo heye ku bi salan e ji bo azadiya jinan têdikoşe.1

“Pêwîstiya vê pêvajoyê bi Rêber Apo heye”

Remziye di berdewamiya axaftinên xwe de ev tişt anî ziman:

“Em ji van çalakiyan armanc dikin ku dengê gelan ragihînin Cîhanê ku dem dema azadiya Rêber Apo ye.

Rêber Apo 25 sale di bin tecrîdeke giran de ye.

Pêwîstiya pêvajoyê bi Rêber Apo heye da ku aştî, demokrasî û wekhevî li Rojhilata Navîn pêk were.”

“Di 17- 19 û 20’ê Cotmehê de wê çalakî bên li dar xistin”

Remziye eşkere kir ku wê di çend rojên bê de bernameya çalakiyan li herêmê destpê bike û ev agahî parve kirin:

“Xwepêşandan dê li ser asta bajar û navçeyên kantona Hesekê 17-19-20`ê Cotmehê li dar kevin.

Wê çalakiya konvedanê li pêşiya avahiya komîseriya bilind a kar û barên penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê sibe bê lidarxistin.

Çalakî wê 7 rojan dewam bike.”

Remziye di dawiyê de bang li xelkê herêmê kir ku bi girseyî beşdarî çalakiyan bibin û xwedî li rêbertiyê xwe derkevin.

Li Helebê piştgiriya Pêngava ji bo Azadiya Rêber Apo hat kirin

Back to top button