Li dusseldorfê jin di formekê de li hev civiyan

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di çarçoviya pêngava “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” formek bi navê “Azadî wê bi ser bikeve” hat li darxistin. Di formê de tecrîd, komploya naventeweyê ya li dijî rêber Abdulah Ocalan, teorî û pratîkên li ser azadiya jinan hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmehê de li 74 navendê cîhanê hate destpêkirin de li Dusseldorfê forma bi navê “Azadî wê bi ser bikeve” hate lidarxistin.

Di serî de ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Swêdê û gelek gelek deverên Ewropayê zêdetirî 300 jin beşdarî formê bûn.

Di forumê de dîlgirtina 25 salan a rêber Abdullah Ocalan, tecrîda girankirî û berxwedana dide meşandin hat nîqaşkirin.

Li ser navê TJK-E Gonul Kaya perspektîfa azadiya jinê ya Rêber Abdullah Ocalan û bandora wê ya li Rojhilata Navîn nirxand.

Gonul Kaya anî ziman ku tecrîd ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, paradîgmaya wî û têkoşîna azadiya jinê hedef tê girtin.

Ji Buroya Hiqûqê ya sedsalê Raziye Ozturk jî axivî, bêdengiya saziyên navneteweyî bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya li hemberî tecrîdê jî rexne kir.

Di rûniştina duyemîn de gelek saziyan der barê çawaniya beşdarbûna pêngava 10’ê Cotmehê de nêrînên xwe anîn ziman.

Saziyan destnîşan kirin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinê ye û gotin:

Em bi hemû hêza xwe tevlî li pêngavê bibin.

Form bi encamnameyekê bi dawî bû

Forim bi encamnameyekê bi dawî bû, hin xalên encameyê wiha ye:

Parastin û misogerkirina kesayeta jina azad rasterast bi hilweşandina dîwarên Îmraliyê ve girêdayî ye.

Divê li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Abdulah Ocalan têkoşîn û xebat were mezinkirin.

Xurtkirina têkoşînê li hember zext û polîtîkayên qirkirinê.

Divê meclîs, komîn û hemû rêxistin beşdarî pêngava “Ji Abdulah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bibin.

Back to top button