Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tûlay Hatîmogullari di civîna Meclîsa Jinan de axivî û bal kişand ser şerê ku tê kirin û ev bang li jinên cîhanê kir: “Werin em bi gelê Kurd û Filistînê re bibin yek. Em dikarin bi hev re sînoran derbas bikin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HDP) piştî kongreyê yekemîn civîna xwe li Navenda Giştî (HDP) li dar xist.
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroak giştî ya HDP’ê Tûlay Hatimogullari ve hat kirin.
Di axaftina vekirinê de Tûlay diyar kir ku di 15’ê Cotmehê de bi dirûşma”Dîsa ji bo Azadiyê” kongreya xwe ya mezin li dar xistine û bi moral motîvasyona ji kongreyê wergirtine yekemîn civîna Meclîsa Jinan pêk anîn.
Tûlay da zanîn ku têkoşîna jinê têkoşîneke demdirêj e û wiha got:
Banga me ya herî mezin ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.
Em dikarin sînoran derbas bikin, bi destên hev bigirin û li ser xeta enternasyonal tevgera aştiyê ava bikin.
Di serî de Rojhilata Navîn, pêdiviya hemû cîhanê bi vê yekê heye.
Em jin bi hev re dikarin rê li ber rijandina xwînê bigirin.
Tûlay bal kişand ser Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û wiha got:
Ev 32 meh in ne malbat ne jî parêzer dikarin bi birêz Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin.
Ji bo ku pirsgirêka kurd û gelan bê çareserkirin divê demek beriya demekî tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azad bibe.
Em jinên tirkiyî û tevgera jinên kurd divê bi destên hev bigirin û têkoşîna aştiyê mezintir bikin.
Tûlay diyar kir ku rewşa jina li Tirkyê rojane xerabtir dibe û wiha domand:
Tenê di nava 9 mehên sala 2023’yan de 323 jin li ser destê mêran hatin kuştin.
Her wiha herî zêde jin êşa krîza aboriyê dikşîne.
Hevseroak giştî ya HDP’ê Tûlay Hatimogullari herî dawî wiha got:
Niha dem dema piştevanî û xwebirêxistinkirinê ye.
Em ê hemû jinan birêxistin bikin. Ez bawerim ku em ê vê bikin.



