Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Dewleta Tirk a ku rojane ji gerîla derbên giran dixwe, bi rebazê şerê qirêj hewl dide encam bigre.
HPG’ê ragihand ku arteşa Tirk a dagirker qedên gerîla 20 caran bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:
“Li herêma gilîdaxê a Serhedê;
14’ê Tebaxê bi taktîka sûîqestê dagirkerek hate cezakirin.
Li Herêma Zap û Rojavayê wê jî
Di navbera 20-21’ê Cotmehê de gerîlayan bi gelek çalakiyan li arteşa tirk a dagirker xistin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin
Her wiha Konek û droneyek hatin îmhakirin, 7 çeper û kepçeyekê jî hate derbkirin.
Qadên gerîla 20 caran bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin
Têkildarî êrişên dagirkeran sûcên wan ên şer jî HPG’ê agahî dan û got:
Herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Barzanê carekê 20 caran bi teqemeniyên qedexekirî
6 caran bi droneyên bombebarkirî û gelek caran jî bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.