Biden: Ger Rûsya Ûkrayna dagir bike, DYA û hevlbendên xwe wê bersivê bide

Dema pêşbîniya êrişeke Rûsya li dijî Ûkrayna nêz bûye. DYA ku vê yekê dibîne, di her fersendê de Moskowa hişyar dike. Serokê DYA Biden, careke din piştevaniya xwe ya bi Kîevê re anî ziman û got: Di rewşa êrişeke Moskowa ya li dijî Kîevê de, wê bi hevalbendên xwe re bi awayekî biryardarî piştevaniya Ûkrayna bikin.

Di sala nû de yek ji bûyerên herî zêde bi aloz û wê cihê xwe di rojeva cîhanê de bigre nakokiya navbera Moskow û Kîevê de ye.

Pêşbiniyên ku wê despêka salê de Rûsya êrişî Ûkrayna bike, welatên rojavayî xistiye tevgerê.

Serokê DYA Joe Biden yê vê rewşê dibîne, di her fersendê de Moskow hişyar dike û piştevaniya xwe ya ji bo Kîevê dîne ziman.

Metirsiya rewşa heyî ji axaftinên Biden yên li gel Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin xuya dike.

Di nava mehekê de, Biden du caran li gel Putin axivî.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki piştî civînê got:

“Serok Biden eşkere kiriye ku eger Rûsya êrişî Ûkraynayê bike, Amerîka, hevalbend û hevkarên xwe, dê bersivê bidin.”

Li gorî daxuyaniyê, Biden û Zelenskey li ser plana xwe ya ji bo lidarxistina civîneke dîplomatîk a komê gotûbêjkirine.

Zelenskey jî piştî hevdîtinê li ser twîtterê got,

“Yekemîn civîna navneteweyî ya salê ya bi Serokê Amerîkayê re bingeha taybet a têkiliyên me nîşan dide.”

Serokdewletê Ûkrayan kêfxweşiya xwe ji piştgiriya Amerîka û hevalbendên wê bo Kîev nîşan da.

Nûnerên Amerîka û Rûsyayê wê di navbera 9-10’ê Çile de, li Cenevê hevdîtinan pêk bînin.

Kîev ji sala 2014’an ve, dema ku Kirim ji aliyê Rûsyayê ve hat girêdan, li du herêmên sînorê welêt bi Rûsyayê re şerê cudaxwazan dike.

Di şer de 13 hezar kes mirine.

Di dema ku Kîev diyar dike ku Rûsya piştgiriya leşkerî dide cudaxwazan, Moskow van îdiayan red dike.

Li aliyê din Kîev û welatên rojava îdia dikin ku Rûsyayê bi deh hezaran leşker li ser sînor kom kirine û xwe amade dikin ku êrîşî Ûkraynayê bikin.

Back to top button