Cenazeya şehîd Muslin Kirocî bi merasîmekê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Zinar Amed bi merasîmekê oxirkirin.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Muslim Kirocî bi nasnav Zinar Amed di qonaxa 2. a Berxwedana Serdemê de, şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Efrînê piştî wergirtina cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Avrîn ya navçeya Fafînê ya Şehbayê berê xwe dan goristana şehîdan.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîd Îbrahîm Îsmaîl bi nasnav Gîvara Efrîn û Xelîl Osman bi nasnav Êrîş Efrîn ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyê şehîd di nava sloganan de spartin axê.

Back to top button