Ji ber Corona şahiyên Newrozê li Bakurê Kurdistanê hatin betalkirin

Ji ber vîrûsa Corona, li Bakurê Kurdistanê şahiyên Newrozê hatin betalkirin.

Li Amedê bi beşdariya hevserok, hevberdevk û nunerên partî û tevgerên kurd beriya 2 rojan starta pîrozbahiyên Newroza 2020’an bi civînek çapemeniyê hatibû dayîn.

Îro hemû partiyên Bakûrê Kurdistanê yên ku di tifaqa Kurdistanî de cih digrin bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ji ber vîrusa Coronayê mîtîngên Newroza îsal hatine betalkirin.

Li Ewrobayê jî ji ber Corona şahiyên Newrozê hatin betalkirin

Her wiha Hevserokatiya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk ên Ewropa (KCDK-E) jî têkildarî pilansaziyên Newrozê daxuyaniyek nû da.

Hat diyarkirin ku ne guncaw e çalakiyên girseyî ji bo Newrozê bikin, ji bo wê jî 20’ê Adarê wê meşa meşaleyî û 21’ê Adarê jî pîrozbahiyên biçûk bên kirin.

Back to top button