Amerîka Hişyar Kir: Eger êriş li dijî Ukraîne pêk were wê bersiv tûnd be

Bi îdîaya ku wê êirşê Ukraîne bike, Amerîka bio van gotinan Rûsya hişyar kir.

Di rewşeke wiha de wê pêwîstî bi bersivdayîneke tûnd hebe.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî zêdekirina hêza NATO li ser sînorên Ukraîne weke “xeta sor” binav kir.

Li paytexta Latvîa Rîga civîna NATO pêk hat.

Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê Antony Blînke di civîna çapemeniyê de tevgera leşkerî ya Rûsyayê li ser sînorê Ukraîne nirxand.

Blînken anî ziman ku ew ji ber vê yekê bifikar in û ev hişyarî da:

Eger êrişeke dijminane pêk were, wê pêwîstî bi bersiveke tûnd hebe.

Wezîrê Amerîkî têkildarî awayî bersivdayînê ti agahî nedan û got;

Pêşî lazime Amerîka mijarê bi hevalbendên xwe ên NATO’yê gotûbêj bike.

Antony Blînken siyaseta welatê xwe a li hemberî Belarûsê jî wiha eşkere kir:

Em niha li gel Yekîtiya Ewrûpayê di nava hewldana ferzkirina cezayên nû de ne.

Belarûs bi rêbazên kirêt koçberan bikar tîne û dixwaze aramiya Ewrûpayê têk bibe.

NATO: Zêdekirina hêzên li ser sînorê Ukraîne “xeta sor” e

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî têkildarî îdîayên ku Mosko amadekariya êrişa li dijî Ukraîne dike, bersiv da Amerîka û NATO..

Pûtîn zêdekirina hêza leşkerî ya NATO li ser sînorê Ukraîne weke xeta sor binav kir û got:

Ji destpêka sala 2021’an ve NATO her dibêje wê Rûsya êrişî Ukraîne bike. Lê heta niha tiştek wiha rû neda.

NATO berê hevkarê Rûsyayê bû. Lê vê gavê tevî hemû bang û hişyariyên me jî dixwaze hebûna xwe li ser sînorê me zêde bike.

Bicihkirina baregehên moşkean ji bo ewlekarkiya Rûsyayê gef e. Lewma em jî neçar in li dijî van gefan tedbîrên xwe zêde bikin.

Back to top button