20’ê Çileya 2018 Tirkiye û çeteyên xwe dest bi êrişên dagirkirina Efrînê kirin.
Sibe salvegera 4’an a van êrişan e.
Bi vê boneya Rêvberiya Xweser daxuyaniyek da û tê de ev got:
“Bêyî çareserkirina dosyaya dagirkiriya Tirk a li Sûriyê wê tu ewlehî li Sûriyê pêk neyê.”
Rêvebriyê soz da ew ê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, têkoşînê bidomîne.
Sibe salvegera 4’an a destpêkirina êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê ye.
Têkildarî salvegerê, Rêveberiya Xweser daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di destpêka daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser ev anî ziman:
“4 sal in binpkirin û sûcên herî hov li Efrînê tên kirin.
Komên tundraw û çeteyên Tirkiyê, ewlehiya herêmê têk birin.
Piştî êrişên hovane û dagirkirinê, şênî ji Efrînê dan koçberkirin.
Di dewama daxuyaniya xwe de, taybet li ser kirinên çeteyan û armancên wan Rêveberiya Xweser wiha got:
Îro û piştî 4 salan ji kirinên dagirkeran, niyetên Tirkiyê yên qirêj eşkere dibin.
Ew jî ev in;
Ewlehiya herêmê û tecrûbeya demokratîk a gel têk bibin.
Lihevkirinên Sûrî-Sûrî asteng bikin.
Dagirkeriyê bisepînin û Sûriyê tevî parçe bikin.
Rêveberiya Xweser: Bi hebûna Tirkiyeya dagirker li Sûriyê ewlehî wê pêk neyê
Li ser erk û rola dikeve ser milê her aliyekî jî, Rêveberiya Xweser wiha anî ziman:
Ji tevahî hêzên niştimanî yên Sûrî û civata navneteweyî tê xwestin ku ji van planên xeter ên ku li dijî gelê Sûriyê tên kirin hişyar bin.
Nexasim, projeyên destekdayîna terorîstan û zindîkirina DAIŞ’ê.
Rêveberiya Xweser tekez kir bêyî çareserkirina dosyaya dagirkiriya Tirk a li Sûriyê, wê ti ewlehî li Sûriyê pêk neyê.
Rêveberiya Xweser: Heta rizgarkirina herêmên dagirkirî em ê têkoşînê bidomînin
Dawiya daxuyaniyê, Rêvebriya Xweser ev bang kir:
Em bang li hemû saziyên civata Navnetewyî, Koalisyon, Rûsya û hikumeta Sûriyê dikin ku asta metirsiya siyasetên Tirkiyê yên li Sûriyê nas bikin û ji berjewendiyên bi Tirkyê re dûr bikevin.
Û soz da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê heta rizgarkirina wan herêman, ew ê têkoşînê bidomîne.
PYD: Erka me ya sereke rizgarkirina herêmên dagirkirî ne
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bi boneya salvegera 4`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê daxuyanî da.
PYD`ê di serî de berxwedana şêniyên Efrînê yên koçber silav kir û piştrast kir ku rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî, ji girîngtirîn stratejiyên partiyê ne û dê bi hemû hêza xwe kar bikin da ku vê yekê pêk bînin..