Koreya Başûr piştî cezayên DYA li ser Îranê, pereyê Tehran yê li welat cemidandibû.
Lê piştî Amerîka û Îran di mijara pevguhertina dîlan de nêzî hev dibin, Seûl jî şertên Tehranê pêk tîne.
Rêveberiya Seûlê ragihand ku wan 6 mîlyar dolar pereyê Îranê derbasî bankên Swîsreyê kiriye.
Koreya Başûr dest bi şandina pereyên Îranê ya ji bo Banka Swîsreyê kiriye.
Medyaya Koreya Başûr ragihand ku heftiya borî pereyên bi qasî 6 milyar dolar ji bo paqijkirin û veguhestina samanên Îranê yên ku di bankên wî welatî de hatine cemidandin, ji banka navendî ya Swîsre re hatine şandin.
Yonhap Infomax radigihîne ku çavkaniyekî bazara biyanî ya ku navê wî nayê zanîn, Banka Neteweyî ya Swîsreyê plan dike ku di nav pênc hefteyên pêş de her roj 300 heta 400 mîlyar Won (nêzîkî 220-300 mîlyon dolar) veguherîne dolar û piştre jî euro.
Hat ragihandin ku Wezareta Darayî ya Koreya Başûr ji ber hesasiyeta hiqûqî û dîplomatîk a mijarê red kir ku li ser mijarê şîrove bike.
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hev kir ku di berdêla berdana 5 hemwelatiyên Amerîkî yên ku li Îranê girtî ne, samanên cemidandî yên Îranê ku li Koreya Başûr in bişînin ser hesabekî ku Îran bigihêje Qeterê.
Di çarçoveya peymanê de, hefteya borî hat ragihandin ku 5 Amerîkî di hepsa malê de hatine girtin.
Tê çaverêkirin ku Amerîkîyên girtî di qonaxa dawî de vegerin welatên xwe.
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hefteya borî diyar kiribû ku mal û milkên welat ên werin vegerandin, wê ji bo zêdekirina hilberîna navxweyî werin bikaranîn.



