Li Ekwadorê di bin siya çeteyan de hilbijartina serokomariyê

Li Ekwadorê di bin siya çeteyan de hilbijartina serokomariyê pêk hat.
Beriya hilbijartinê namzetê dijberê bertîlxwarin û nelirêtiyê Fernando Villavicencio hate kuştin.
Di hilbijartina nava vê atmosferê pêk hat de, namzeta çepgir Luisa Gonzalez û karsaz Daniel Noboa derbasî tûra duyemîn bûn.

Namzeda çepgir a Ekwadorê Luisa Gonzalez û hevrikê wê yê surprîz, karsaz Daniel Noboa, di pêşbirka ku bi kuştina namzedê antî-gendeliyê Fernando Villavicencio de xera bûbû, şeş hevrikên xwe li dû xwe hiştin û derbasî tûra duyemîn a hilbijartinên serokatiyê bûn.

Hilbijartin bo tûra 2. Ma: Gonzalez û Naboa wê bên pêşberî hev

Gonzalez ya soz da ku bernameyên civakî yên serokomarê berê Rafael Correa ji nûve xurt bike, li gorî hejmarên Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî, ji sedî 33’ê yê dengan bidest xist.

Ev rêje li gorî ji sedî 70 sindoqên hatîn vekirin bû.

Gonzalez piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê got,

“Ji ber em dîrokê dinivîsin em pîrozbahiyê dikin.

Îro em ber bi dîrokek cuda ve despê dikin û wê biçin.

Ev yek tevî gelek ji me hatine paşguhkirin.”

Yek ji karsazên sereke û parlamenterê berê yê welêt Daniel Noboa, bi 24 ji sedî yê dengan dest xist.

Ji bo Noboa kes ne li benda qezenckirina dengek wiha bû.

Noboa da zanîn ku ew li benda tûra duyemîn a hilbijartinê ne û got,

“Gelê Ekvadorê bi ser ket.

Namzedê ciwan û kesên ku li hêviyê digerin û dixwazin Ekwadorê biguherînin bi ser ketin.”

Partiya Şoreşa Hemwelatiyan a Correa di hilbijartinên kursiyên Meclisa Netewî de, bi rêjeya ji sedî 40 piştgirî girt.

Partiya Construye ya Villavicencio jî bi vebûna ji sedî 35’ê sindoqan re ji sedî 21 denga bidest xist.

Tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê wê 15’ê Cotmehê pêk bê.

Namzet Villavicencio yê hatî kuştin ji sedî 16’ê dengan girt

Namzedê têkoşîna li dijî gendeliyê Villavicencio ku di destpêka Tebaxê de, ji aliyê çeteyan ve hate kuştin jî ji sedî 16’ê dengan bidest xist.

Li şûna Villavicencio rojnamevanê lêkolîner Christian Zurita hate hilbijartin.

Lêbelê, navê Villavicencio li ser pisula dengan bûn.

Dema psula hatin derxistin, piştî wê ew hatibû kuştin.

Li Ekwadorê beriya hilbijartinê, 3 siyasetmedar hat kuştin

Back to top button