Zelensky di gera bidestxistina F-16’an de ye

Serokomarê Ukrayna Zelensky li Hollandayê peyam da ku wê 42 balafirên F-16 bigre. Lê ji bo ev yek pêk were, şertên Hollanda jî hene.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky doh ji nişkave serdana Hollandayê kir.

Ev serdan piştî erêkirina Amerîka ya ji bo balafirên F-16 di ser Hollanda û Danîmarkayê re bê dayîn pêk hat.

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte cara yekem bi fermî ragihand ku welatên rojava wê balafirên F-16 bidin Ukraynayê.

Radestkirina yekem wê ji hêla Hollanda û Danîmarka ve were kirin, ku dixwazin fîloya xwe ya F-16 bi F-35an nûjen bikin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA ku wekî welatê hilberîner, destûr da Hollanda û Danîmarka balafirên şer ên F-16 radestî Ukraynayê bikin.

Di çarçoveya serdanê de, ji ber sedemên ewlehiyê bi dizî hatibû plankirin, Zelensky doh danê nîvro li balafirgeha leşkerî ya Eindhovenê daket.

Zelensky ji aliyê Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte û Wezîrê Karên Derve Wopke Hoekstra ve hat pêşwazîkirin û balefirên ku wê ji Ukraynayê re bên şandin lêkolîn kir.

Di civînê de ji bo radestkirina balafirên şer ji Ukraynayê re ti rojek nehat diyarkirin.

Li gorî Serokwezîr Rutte, radestkirina F-16’an piştî hemû şert û merc pêk werin, bê radestkirin.

Serokwezîrê Hollandayê bal kişand ser wê yekê ku berî her tiştî divê perwerdekirina pîlotên Ukraynayî û personelên alîkar bi dawî bibe.

Zelensky: 42 balafir, ev niha despêkek e

Serokomarê Ukraynayê Zelensky jî li ser Twitterê wiha got:

“Îro me gaveke din ji bo bihêzkirina mertala hewayî ya Ukraynayê avêt.

F-16 wê ji bo dûrxistina terorîstên Rûsî ji bajar û bajarokên Ukraynayê bên bikaranîn.”

Zelensky di wêneyê selfî yê li ber balafiran kişandî de, nivîsa “42 balafir. Ev ji bo niha despêkek e.”

Di destê Hollanda û Danîmarkayê de 72 balafirên F-16 hene

Di destê Hollanda û Danîmarkayê de, 72 cureyên balafirên F-16 hene.

Beriya Hollanda, Zelensky li Danîmarkayê bû.

Beriya niha jî welatên Bloka Rojavayî balafirên Rûsî radestî Ukrayna kiribû.

Hat diyarkirin ku balafirên şer ên F-16 herî zû wê di Havîna 2024’an de, dikarin radestî Ukraynayê bên kirin.

Hollanda heta niha herî kêm 2 mîlyar euro alîkariya Ukrayna kiriye

Hollandayê heta niha nêzî 2 milyar euro alîkariya leşkerî daye Ukraynayê.

Rêveberiya Laheyê bi Almanyayê re, obus, 100 tankên Leopard 1 û 2 pergalên parastina hewayî Patriot şandine Ukraynayê.

Ukryana: Me li eniya Başûr-Rojavayê welat serketin bidest xistin e

Back to top button