Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekî şehadeta endamê wan Fîras El Semran ragihand.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd aşkera kir.

Hêzên Ewlekariyê li ser şehadeta Fîras El Semran ev agahî parve kir:

“Roja şemiyê, endamê rêveber Fîras El Semran di têkoşîn li dijî madeyên hişbirê de li bajarê Reqayê de birîndar bû.

Rêheval Fîras piştî demek tedavî ji ber birîndariya xwe ya giran şehîd bû.”

Di daxuyaniyêde hate diyar kirin ku Şehîd Fîras di saziya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de xwedî roleke girîng bû û wiha hate gotin:

“Şehîd Fîras, di rizgarkirina bajarê Reqayê de jî cih girt û yek ji rêveberên payebilind ên hêzên me bû.

Canê xwe ji bo xatirê welat kir qurban û gihîşt asta şehadetê û navê xwe di dîroka fedakariya şehîdên me de nivîsand.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Fîras El Semran
Navê bav: Hemûd
Navê dayikê: Fatime
Cih û dîroka tevlîbûnê: Tebqa 12/6/2017
Cih û dîroka şehadetê: Reqa 18.11.2023

Back to top button