Li Fransayê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo çalakî

Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li dijî qedexeya li ser PKK’ê li bajarên Ewropayê daketin qadan.

Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî a rêber Apo roj bi roj berfirehtir dibin.

Li seranserî Ewropayê Kurdistanî û dostên wan her roj çalakiyan lidar dixin û banga azadiya rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd dikin.

Li bajarê Strasboûrg yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan li ber Gara Strasboûrgê li hev civiyan û destnîşan kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê çalakvan Sylvîe Tourne ve hate xwendin de hate destnîşan kirin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye.

Her wiha bêdengiya navneteweyî hat şermezarkirin û bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin.

Li dijî qedexeya li ser PKK’ê li Awûstûrya û Danîmarka yê çalakî

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî li dijî qedexeya li ser PKK’ê ya li Almanyayê mîtîngek hate lidarxistin.

Çalakvanan diyar kirin ku dewletên desthilat bi qedexeyan hewil didin tevgera gelen a hevgirtî krîmînalîze bikin.

Li paytexta Danîmarka, Kopenhagê jî li ber Konsolosxaneya Almayayê qedexeya li ser PKK’ê hate protestokirin.

Çalakvanan diyar kirin ku PKK tevgereke mirovahî, azadî û demokrasiyê ye û dewleta Alman bi qedexekirina PKK”ê bûye şirîkê sûcê qirkirinê yê dewleta Tirkiyê .

Li swîsreyê çalakiya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hate kirin.

Çalakvana diyar kirin ku ew ê heta encam girtina çalakiyê li qadan bin.

Li Torînoyê jinan banga azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo kirin

Jinên ciwanên ên enternasyonalîst ku li bajarê Torîno yê Îtalyayê li hev civiyan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî li dar xistin û gotin:

“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya azadiya jin û gelan.

Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin.”

Back to top button