Lavrentiev ji Tirkiyê re: Hêzeke zêde bi kar neyîne

Piştî 3 rojan ji êrişên ezmanî yên dewleta Tirk li dijî Rojava, yekem daxuyanî ji Rûsyayê derket.
Nûnerê Rûsyayê li Sûrî Alexander Lavrentiev ê rê da balafirên dewleta Tirk ku komkujiyê pêk bînin, ji wan daxwaz dike ku hêzeke zêde li Sûriyê bi kar neyîne.

Nûnerê Rûsî idia dike ku agahiya wan ji êrişeke wiha tune ye û ragihand ku wê vî mijarî di civîna Astanayê de gotûbêj bikin.

Tevî ku qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî di destê Rûsyayê de, lê belê Lavrentiev got:

“Em ji hevkarên xwe yên Tirk re dibêjin xwe kontrol bikin û ne tenê li Bakurê Sûrî, li tevahiya Sûriyê hêzeke zêde bi kar neyîne.

Nûnerê Rûsyayê li Sûrî idia kir ku pêwîst e xebateke hevpar bi hemû aliyan re were kirin da ku çareseriyeke aştiyane ji doza Kurd re were dîtin.”

Back to top button