Komalên Jinên Kurdistanê ragihand ku hêzên navneteweyî destûr dane êrişên dagirkeriya Tirk û got;
“Gelê Kurd wê ti carî siyaseta teslîmiyetê qebûl neke.
KJK’ê diyar kir ku rêya pûçkirina her cûreyên êrişan, xweparastin û bersivdayîna rewa ye.”
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.
KJK’ê bi bîr xist ku dewleta Tirk bi salan e hewl dide gelê Kurd qir bike û got:
“20’ê Mijdarê bi fermana Erdogan, rêjîma faşîst li dijî Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrişên azmanî pêk anî.
Eşkere ye ku desthilata çete a AKP-MHP li hemberî bilindbûna nirxên azadiyê yên rêbertî û tevgera me tengav bûye.
Rêya xelasiya ji bo aloziyê jî di qirkirina Kurdan de dibîne.
Di çarçoveya vê plana qirêj de, dewleta Tirk siyaseta êşkence û tecrîda li hemberî rêbertiya me derxistiye asta herî jor.
Bi her awayî êrişî gelê me dike.
Li dijî gerîlla çekên kîmyewî bikar tîne.”
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi organîzekirina êrişa li Taksîmê, tevgereke nû ya dagirkeriyê destpê kir û got:
KJK: Wê Kurd ti carî teslîmiyetê qebûl nekin
“Gelê me dizane ku rêjîma faşîst amadekariya şerekî berfireh dike.
Êrişên dawî yên li dijî Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi destûra Amerîka û Rûsyayê pêk hatin.
Ji ber vê yekê, aliyên ku rê li ber komkujiyên dewleta qirker vedikin, hêzên navneteweyî bixwe ne.
Divê ev hêz baş zanibin ku gelê Kurd wê ti carî siyaseta teslîmiyetê qebûl neke.”
KJK: Parastina Kobanê misogeriya azadiyê ye
KJK’ê bi taybet bal kişand ser hilbijartina bajarê Kobanê û got;
“Kobanê navenda şoreşa jinê ye.
Rêjîma faşîst nikare vê rastiyê qebûl bike. Lewma dewleta Tirk Kobanê û bi giştî Şoreşa Rojava ji bo xwe weke metirsî dibîne.
Heta ku ev desthilatdariya zalim a AKP-MHP hebe, wê dawî li tevgerên xwînxwar û kujer neyên.
Lewma dem hatiye ku bi têkoşîneke hevpar em li ber vê faşîzmê rabin.
Bi vê bîr û baweriyê divê were zanîn ku xwedîderketina li Rojava û bi taybet Kobanê daxwaza paşerojekeya azad e,”



