Balyozxaneya Amerîka li Şamê behsa Tirkiyê nekir

Dagirkeriya Tirk 19 Mijdarê bi balafirên şer êrişî Rojava kir û gelek dever bombebaran kirin.
Di wan êrişan de, komkujî li Dêrikê pêk hat û jimarek ji sivîlan jî birîndar bû.
Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê bêyî ku sûcdar nîşan bide, sersaxî ji malbatên qurbanan re xwest.

Fermandariya QSD’ê ragihand ku ji ber êrişên dewleta Tirk li dijî vê herêmê, 14 mirov di nava wan de nûçegihanê ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA’yê Îsam Ebdullah şehîd bû.

Piştî 3 rojan balyozxaneya Amerîkayê li Şamê daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneyê bêyî ku behsa navê dewleta Tirk bike û wê weke sûcdar nîşan bide got:

“Divê sivîl werin parastin”

Em sersaxiyê ji malbatên sivîlên ku dawiya hefetyê li Bakurê Sûrî hatin kuştin, dixwazin.

Em bang dikin ku rageşî were rawestandin û parastina sivîlan û binesaziyê berî her tiştî were kirin.

Back to top button