Hesen Koçer di derbarê êrişên Tirkiyê de axivî

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hesen Koçer anî ziman ku êrişên dewleta Tirk wê DAIŞ’ê ji nû ve çalak bike û got: ”Eger DAIŞ’ê ji nû ve çalak bû, dewleta Tirk û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên wê ne.” 

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hesen Koçer derbarê êrişên Tirkiyê de axivî.

”Armanca êrişan têkbirina Rêverberiya Xweser e”

Hesen Koçer anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe, Rêveberiya Xweser tune bike û got:

”Teqîna li qada Taksîmê ya Stenbolê şanoyeke ji bo pêkanîna êrişekê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bû.

Ev şano kirin da ku hêzên Navneteweyî êrişa li dijî herêmê erê bike.”

Hesen Koçer: Amerîka û Rûsya hevkarên êrişan in

Hesen Koçer da zanîn ku hikûmeta Şamê, Rûsiya û Amerîka hevkarên êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê in û ev tişt anî ziman:

”Lihevkirina dawî ya di navbera Tirkiyê û hikûmeta Şamê de bi van êrişan re têkildar e. Ne ji vekirina qada ezmanî ba êriş pêk nedihat.

Rûsya û hemû dewletên berpirs ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bi dewleta Tirk re hevkar in. Yên dibe qurban jî gelê me ye.”

”Eger êriş dewam kir wê DAIŞ’ê ji nû ve çalak bibe”

Koçer hişyarî da ”Eger ev êriş dewam bikin wê DAIŞ’ê çalaktir bibe. Dema çalak bûn Tirk û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên wê ne.”

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber Hesen Koçer piştrast kir ku ew ê bersiva êrişan bidin û wiha gotinên xwe bi dawî kir:

”Divê gelê me amade be ku li hember van êrişan bisekinin. Em ê li ber xwe bidin. Armanca me berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî ye.”

Back to top button