Nevîn Akgunduz bi 8 keçên xwe re 20 sal in nanê tenûrê çêdike

Nevîn Akgunduz bi nanpêjxaneya ku 20 sal bi 8 keçên xwe re dixebite debara xwe dike. Nevîn Akgunduz anî ziman ku ew bi destên xwe debara xwe dike û ev tişt got: Divê tevahî jin tevlî xebatan bibin û li benda destên keskî nemînin.

Xaniyek biçûk, kadinek vegerand cihê berhemdariyê.

Di vî xanî de keda 9 jinan derdikeve holê.

Nevîn Akgunduz a li navçeya Pîran ya Amedê ye.

Bi 8 keçên xwe re di nanpêşxaneyê de kar dike.

Ew heman demê ji bo jinên derdor jî bû çirûska hêviyê.

Dema daxwaz û ked hebe, zorî ji holê radibe..

Nevînê ev bi keda xwe ya 20 salan bi awayek vekirî da nîşandan.

Nevîn Akgunduz: Divê jin bi destên xwe debara xwe biki

Dema jin li ber xwe bide û zehmetiyan bide ber çavan astengiyan yek bi yek ji holê radike,bi vê gotinê Nevînê dest bi axaftina xwe kir:

20 sal in ez bi keçên xwe re di vê nanpêjxaneyê de dixebitim.

Em bi hev re hildiberînin û bi hev re qezenc dikin.

Divê jin bi xwe bixebitin.

“Min dev ji karê xwe berneda, wan dev ji fikrên xwe berdan”

Nevîn, dibêje dema kadin kirî cihê nanpêjiyê ji aliyê derdorve bi çavek cuda li wan dinirî û got:

Derdorên me digotin” çi karê jinan di nanpêjxaneyê de heye.’ Lê niha gelek tişt hatin guhertin.

Min dev ji karê xwe berneda, lê derdorên digotin nabe, dev ji fikrên xwe berdan.

Nevîn Akgunduz: Qeyranê bandor li tevahî jinan kiriye

Nevîn Akgunduz bal kişand ser qeyrana aborî ya heyî û got: Qeyranê ne tenê bandor li karê min kiriye bandor li tevahî jinan kiriye.

Zêdebûna bihayê dar û ard bandorê li hemû nanpêjvanan dike.

Back to top button